Rêjeya kesên ku piştgiriya proseya aştiyê li Tirkiyê dikin zêdebûye
Li gorî rapirsiyeke kompaniya Konsensus ya ser bi televîzyona Heber Turk ve, ku li 18 bajaran hatiye encamdan û tê de 2 hezar kesî beşdarî kirine, derket ku ji sedî 65.7 ji berşdarbûyan piştgiriya prosya aştiyê li Trikiyê dikin.
Pirsiyar û encamên rapirsiyê jî bi vî awayî bûn:
“Gelo tu ligel wan tedbîrane ku ji bo çareserkirina terora PKKê hatine sitandin?”
65.7 %piştgiriya proseyê dikin.
25.5% li dijî prose û çareseriyê ne.
8.5% bi “Nizanim” bersiv dane.
“Eger îro hilbijartinên şaredariyan bên encamdan tu dê deng bi kî bide?”
41.7% deng bi AKPartî didin.
29.5% deng bi CHPê didin.
15.4% deng bi MHPê didin.
6.9% deng bi BDPê didin.
“Gelo tu ji serokê niha yê şaredariya xwe raziye?”
12% “Gelek Razî me”
38% “Razî me”
14% “Nerazîme”
17% “Bi ti awayekî nerazî me” bersi dane.
“Tu ji kîj serkirdeyê welatê xwe razî ye?”
44.2% ji Receb Teyib Erdogan.
32% ji Kemal Kilîçdar Oglo.
19% ji Dewlet Baxçelî.
15% ji Selahedîn Demîrtaş razîne.
“Tu kî bi serkirdê xwe dide zanîn?”
44.4% Receb Teyib Erdogan.
40.4% Mistefa Sargul.
38% Kemal Kilîçdar Oglo wek serkirdeyê xwe dizanin.
Rudaw
