• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyekî telefonî ji Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ve pêgihîşt

Gulan Media February 1, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyekî telefonî ji Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ve pêgihîşt
Birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li daxuyaniyek de ragihand Duh în 31/01/2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyekî telefonî ji birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ve pêgihişt.

Serokê Dîwanê got: Li peywendiyê da behsa serdana çaverêkiriya birêz Serokê Herêmê kir ku bi mebesta kombûna li gel birêz Barack Obama Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û Joe Biden Cîgirê Serok biryar bû îro bihata encamdan.

Cîgirê Serokê Amerîka ragihand cihê daxêbû ku serdan nehat encamdan bi sedema wê yekê ku dem guncaw nebû, û her dû alî tekez kirin ku li pêwîstiya encamdana vê serdanê li demeke pêş û guncaw de pêktê.

Li beşekî dinê peywendiya telefoniyê de behsa peywendiyên di navbera her dû aliyan kirin û birêz Joe Biden û Serok Barzanî tekez li ser berdewamiya dostayetiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin û pêwîstiya zêdetir pêşketina wan peywendiyan kirin.

Birêz Fuad Husên balkişand li ser wê yekê ku li mijareke dinê peywendiyê de behsa pêvajoya Iraq û rewşa asayîşê bi giştî û peywendî û danusandinên di navbera Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê bi taybetî kirin.

Li dawiya peywendiya telefoniyê de her dû alî dûpat kirin ku ev qonax qonaxekî hestiyare û pêwîste peywendî û bîrûra guherîna li navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê da berdewam bibê.
Top