• Friday, 13 February 2026
logo

Parlamenterekî din ê AKPê ji partiya xwe veqetiya

Gulan Media January 31, 2014 Nûçe
Parlamenterekî din ê AKPê ji partiya xwe veqetiya
Parlamenterkî din ê Partiya Dad û Geşedanê ya Tirkiyê (AKP) ji partiya xwe veqetiya û ragihand, êdî AKP reş bûye û bûye cihê gunehkar, bertîlxwar û gendelan.

AKP piştî operasyonên 17ê Kanûna 2013an ên bertîl û gendeliyê çend endam û parlamenterên xwe ji partiyê avêtibû û ev yek jî bi rêya komîteya dîsîplînê ya partiyê kiribû.

Yek ji parlamenterên AKPê yên ku navê wî bi mebesta derxistina ji partiyê, ji komîteya dîsîplînê re hatibû şandin, parlamenterê Stenbolê Mihemed Çetîn bû.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Mihemed Çetîn îro (31.01.2014) li parlamentoyê li Enqerê civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand, ew ji AKPê vediqete.

Çetîn anî ziman ku heta niha eger di nav AKPê de maye ji ber xatirê Fethullah Gulen bûye û diyar kir, ew kesên ku dibêjin Gulen gotiye dest ji AKPê berdin, derewan dike.

Wî parlamenterê AKPê bi tundî AKPê rexne kir û got, êdî AKP reş bûye û bûye cihê bertîlxar û gendelan lewma ew kesên ku dilê xwe bi vê partiyê xweş kirine, hatine xapandin.

Bi vî awayî, ji piştî operasyonên 17ê Kanûnê û aloziya navbera AKP û Cemaeta Glen heta niha 8 parlamenterên AKPê ji partiya xwe veqetiyane û hejmara parlamenterên AKPê daket 319 kesan.

Rudaw
Top