• Friday, 13 February 2026
logo

Li Lîcê aloziya navbera alîgirên BDP û Hûda-Parê

Gulan Media January 30, 2014 Nûçe
Li Lîcê aloziya navbera alîgirên BDP û Hûda-Parê
Li navçeya Lîce ya Amedê, di encama şer û pevçûnên navbera alîgirên BDP û Hûda-Parê de 10 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îşev li navçeya Lîce ya Amedê ji ber sedemên ku heta niha nehatiye zanîn, di navbera komek alîgirên BDP û Partiya Doza Azad (Hûda-Par) şer û pevçûn derket.

Li gorî nûçeyê, di bûyerê de nêzîkî 10 kes birîndar bûn ku hinek ji wan rakirin nexweşxana zanîngeha Dîcle ya Amedê û hinek jî şandin nexweşxana Lîcê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, her du alî hevdû bi destpêkirina êrişên îşev tohmetbar dikin.

Hat zanîn, bi mudaxeleya polîs şer û pevçûn bidawî bû lê alozî heta niha jî didome.

Hûda-Par partiyeke kurdî-îslamî ye ku par hat avakirin. Tê gotin li ser îdeolojiya Hizbullahê dimeşe. Hizbullah di salên 1990î de ji aliyê dewleta Tirkiyê ve li dijî PKKê hat bikaranîn û gellek kes ji aliyê wê rêxistinê ve hat kuştin.

Rudaw
Top