Rapora mehane a wezareta samanên xwezayî s herêma Kurdistanê
Di raporê de zaniyarî û agahiyî yên di warê berhemanîn û hinartina neftê bo derve li herêma Kurdistanê, rafînerî, bîrên neftê, hijmara kolana bîran û kontiraktên di warê neftê de hatine îmza kirin hatine diyar kirin.
Rapora wezareta samanên xwezayî dê di warê jênêzîk haydarbûn li ser çalakî, berbi pêşveçûna pîşesaziya neftê li herêma Kurdistanê alîkariya hevwelatî, kompanî, saziyên ragehandinê û her kesê bixwaze tiştekî li dor nefta Kurdistanîê bizane bike.
Di vê raporê de hemû çalakiyên di warê neftê yên meha çirîya pêşîn a sala 2013ê hatine diyar kirin.
Çalakiyên meha çirîya paşî û çileya pêşîn sala 2013ê di bin amdekirinê de ne piştî mehek din tên weşandin.
Ev rapor şefafiya karê wezareta samên xwezayî a hikûmeta herêma Kurdistanê nîşan dide û ev raopr dê ji nuha û pê de mehane berdewam derbiçin bi zimanê kurdî û îngilîzî.
