• Friday, 13 February 2026
logo

Amerîka bi merc çek da Iraqê, sînorên Herêma Kurdistanê hêla sore

Gulan Media January 30, 2014 Nûçe
Amerîka bi merc çek da Iraqê, sînorên Herêma Kurdistanê hêla sore
Kongresa Amerîkayê li ser îmzekirina girbesta firotina çekan bo Iraqê razîbûna xwe nîşan da, lê bi ewê mercê ku ew helîkopter sînorên Herêma Kurdistanê nebezînin û li dijî Herêma Kurdistan yan hîç alîyekê dinê navxweyî bi kar bihên.

Komîteya taybeta grîbesta firotina çekan bo Iraqê ya di Kongresa Amerîkayê de di dawîyê de û bi merc ragehand ku ew razî ye li ser cîbicîkirina vê girêbestê.

Li gor evê girêbestê dê Amerîka 24 helîkopterê Abache, 480 mûşekên Helfayer, radarên pêşkeftî û gelek kelûpelên leşkerî radestî Iraqê bike û behayê vê girbestê jî 4 milyar û 800 milyon dolar e.

Berî niha endamên Kongresa Amerîkayê li ser vê girêbestê nerazîbûn û niha jî nerînên cûda li ser vê mijarê di nava endamên Kongresê de hene, ji ber ku metirsiya wê yekê heye Malikî van çekan li dijî nêeyarên xwe bikar bîne, bi taybetî li dijî Herêma Kurdistanê.

Biryara heta demsala havînê 6 helîkopter radestî Iraqê bên kirin, herwih dê frokevanên Iraqê jî li ser bikaranîna wan helîkopteran bên perwerde kirin.

Hat ragehandin ku ev girêbesta han bi merc ji aliyê Kongresê ve hatiye qebûl kirin û yek ji wan mercan jî çênabe ku ev helîkopter sinorên Herêma Kurdistanê bibezînin û li dijî tu aliyekî navxweyî bên bikaranîn. Mercê duyem jî divê ew çek ji bo asayişa niştimanî bên bikaranîn.


Ji tirsa cîbicînekirina van mercan jî Amerîka razînebû ku di qonaxa niha de zêdeyî 6 helîkopteran radestî Iraqê bike. Ji aliyekî din ve Herêma Kurdistanê jî berê niha çendîn car nîgeraniya xwe anîbû ziman.

PNA
Top