Kochavi: Li Tirkiyê sê baregehên El-Qaîdeyê hene
General Aviv Kochavi ji Reutersê re ragihand ku endamên El-Qaîdeyê yên ji bo şer diçin Sûriyê li wir namînin û di ser welatê endamê NATO’yê Tirkiyê re dikarin derbasî Ewropayê bibin.
Kochavi derbarê vê mijarê de nexşeyek nîşan da û diyar kir ku nuqteyên sor ên li ser nexşeyê hatine nîşandan, baregehên El-Qaîdeyê ne. Reutersê diyar kir ku li gor nuqteyên hatine destnîşankirin xwiya ye ku baregehên mijara gotinê li Karaman, Osmaniye û Rihayê ne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanjû Bîlgîç jî ragehand ku li Tirkiyê tu bargehên El-Qaîdeyê nînin.
BasNews
