“Avakirina xweseriya Demokratîk li Rojava daxwaza Ocalan bû”
Onder di hevpeyvînekê taybet li gel televîzyona Rûdaw de got, tevî ku li Îmraliyê li ser Ocalan dûrpêçkirneke tund heye, û mercên wî pir zehmetin, lê ew bi pêvajoyê gelekî geşbîne.
Onder ku di heman demê de perlementerê HDPê yê Stenbolê ye diyar kir ku, Ocalan piraniya demê xwe bi xwendin û nivîsandinê derbas dike, di riya televîzyonan de rojevê dişopîne.
Sirî Sureya Onder da zanîn ku, Rêberê PKKê di nameyê xwe ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re, silav û rêzên xwe şandiye û daxwaza piştgiriya wî ji Rojavayê Kurdistanê re kiriye, û hêvî kiriye ku di nîzîktirîn dem de Kongreya Netewey ya Kurd bê li dar xistin.
Bernameya Hevpeyvîn ya televîzyona Rûdawê mêvandariya Sirî Sureya Onder dike, û roja (04.02.2014) demjimêr 21:05 bi dema Hewlêrê dê ev hevpeyvînli ser Rûdawê bê weşandin.
Rûdaw
