• Friday, 13 February 2026
logo

Oso: ENKSê dê endamtiya aliyên ku tevlî rêveberiyên PYDê bûne ragire

Gulan Media January 29, 2014 Nûçe
Oso: ENKSê dê endamtiya aliyên ku tevlî rêveberiyên PYDê bûne ragire
Endamê Sekretariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mistefa Oso ragihand ku dê roja (02.02.2014) ENKSê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bicive.

Mistefa Oso, derbarê mijarên civîna ENKSê di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Di civîna roja yekşemê de dê çarenvîsa endamên ENKSê yên ku tevlî Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk bûne bê gotûbêjkirin û dê biryara dawî jî di derheqê wan de bê sitandin.”

Mistefa Oso ku di heman demê de Sekreterê Partiya Azadî ya Kurd e, aşkere kir ku “Nêrînek di nav piraniya endamên ENKSê heye ku endamtiya wan kesan bê ragirtin, û di nêrîna min de dê ev biryar bê sitandin”.

PYDê û hevalbendên xwe Rêveberiya Xweseriya Demokratî a “Kantona Cizîrê”, di 21ê vê mehê de li bajarê Amûdê, û Rêveberiya Xweseriya Demokratî a “Kantona Kobanî, roja (27.01.2014) li bajarê Kobanî û doh (29.01.2014) Rêveberiya Xweseriya Demokratî a “Kantona Efrînê ragihand”.

Her yek ji Partiya Çep a Kurd, ku Sekreterê wê Mihemedê Mûsê ye, Partiya Çepa Demokrat ya Kurd, ku Salih Gedo skreterê wê ye û Ekrem Hiso, ku endamên ENKSê ne beşadrî rêveberiyên PYDê bûne.

Di vê derbarê de Sekretariya Giştî ya ENKSê pêr li bajarê Qamişlo civiya bû û ragihand ku wê biryar da ku her du partiyê Çep û Serokê Encûmena cî bi cîkar ya rêveberiya Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, êdî tevlî civînên ENKSê nebin.

Herwiha ENKSê di civîna xwe de tekez kir ku ew tevlî Kantonên PYDê nabe, herwih ew îtîrafê jî bi wan Kantonan nake, ji ber ku “PYDê dixwaze bi tenê Rojavayê Kurdistanê hikum bike”.

Mistefa Oso di vê derbarê de tekez kirk u di civîna roja (02.02.2014) ya ENKSê de dê biryara dawî derbarê her du partiyên çep û Îsa Hiso de bê sitandin.


Rûdaw
Top