Birîtaniya dê pêşwaziyê li hejmarek penaberên Sûriyê bike
Tevî ku hin koçber arezûya wan heye ku herin Biritanya yê lê hin koçberên din berovajî vê yekê nerînên xwe didin.
Koçberên kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê niştecî bûne dibînên ku ew li welatê xwe ne , herwiha bîrokeya dorketina ji welat ne cihê daxwaza wan e .
Hikumeta Biritanya wek 2yem mezintirîn alîkarên gelê Sûryê ye çiko heta niha bi 600 milyon cunêhên îsterlînî alîkarî pêşkêş kiriya
lê gavên wê derbarê pêşwazî kirina penaberan hêj piçokên.
Di 6ê Kanûna sala 2013an de Almanya ragihandibû ku ew dê 5 hezar penaberên din yên Sûriyê werbigire, herwiha berî wê yekê jî biryara wergirtina 5 hezar penaberên din dabû.
Berî niha jî, 13 welatên din ku di nav wan de, Swêd, Swîssra,Kenada, Ustralya û Danîmarka jî hene, biryar dan ku ewê hejmarek ji penaberên Sûriyê werbigirn û mafê penaberiyê bidin wan.
Rûdaw
