Dozgeriya Amedê doza ‘Kurdistanê’ ya Erdogan pûç kir
Roja 16ê Mijdara 2013an li ser vexwandina Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê kiribû. Li wir Erdogan bi fermî navê Kurdistanê anîbû ser ziman.
Ji ber vê yekê, 2 tirkên bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê li dijî Erdogan bi hêceta ku “yekperçebûna welat têk daye” doz vekiribûn.
Ji berê dozgeriya komarê ya Îzmîrê dest bi lêpirsînê kiribû û dosya ji dozgeriya komarê ya Amedê re şandibû.
Li gorî medyaya Tirkiyê, dozgeriya komarê ya Amedê jî biryara neşopandinê li ser wê dosyayê da.
Rûdaw
