• Friday, 13 February 2026
logo

Dozgeriya Amedê doza ‘Kurdistanê’ ya Erdogan pûç kir

Gulan Media January 29, 2014 Nûçe
Dozgeriya Amedê doza ‘Kurdistanê’ ya Erdogan pûç kir
Doza ku li dijî serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ji ber bikaranîna navê Kurdistanê li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê hatibû vekirin, hat pûçkirin û biryara neşopandinê li ser hat dayîn.

Roja 16ê Mijdara 2013an li ser vexwandina Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê kiribû. Li wir Erdogan bi fermî navê Kurdistanê anîbû ser ziman.

Ji ber vê yekê, 2 tirkên bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê li dijî Erdogan bi hêceta ku “yekperçebûna welat têk daye” doz vekiribûn.

Ji berê dozgeriya komarê ya Îzmîrê dest bi lêpirsînê kiribû û dosya ji dozgeriya komarê ya Amedê re şandibû.

Li gorî medyaya Tirkiyê, dozgeriya komarê ya Amedê jî biryara neşopandinê li ser wê dosyayê da.

Rûdaw
Top