• Friday, 13 February 2026
logo

5e mîn paketa demokrasi li Tirkiyê

Gulan Media January 29, 2014 Nûçe
5e mîn paketa demokrasi li Tirkiyê
Serokwezîrên Tirkiyê Receb Tayib Erdogan di 30 îlona 2013an de, dema ku paketa demokrasiyê ragihand got, ew ne tenê wê vê paketê ragihîne, lê wê gelek paketên din jî bên ragihandin.

Cîgirê Erdogan, Alî Babacan jî ragihand ku, di civîna Encûmenê wezîrên Tirkiyê li 23 çileyê biryar hat dayîn ku paketeke nû ya demokrasiyê di demekî nîzîk de pêwîste bê ragihandin.

li gor rojnameya Yenî şefeq a nîzîkî hikûmetê, Babacan diyar kiriye ku wê paketa demokrasiyê li ser mafên azadî, zelalbûna dadgehê, û rênimayên wê, mijarên aborî, tekoşîna li dijî terror û gendeliyê û rênimayên karûbarê ewlekariyê, rawest.

Babacan dibêje, Serokwezîr Erdogan gotiye, sala 2014an wê bibe saleke vejînê ji Tirkiyê re, û ew gotin ne vala gotiye, wê di gelek mijaran de guhartinên bingehîn çê bike.

Herwiha di warê aborî de wê yasayên bazara azad bên ragihandin, û dîsa ji bo pêvajoya ketine Yekîtiya Ewropayê ku mijara dadwer û dozgeriyê niha bûye asteng, wê yasayên nû di paketê de bên derxistin, û li gor standardên Yekîtiya Ewropayê bin.

Li gor cîgirê serokwezîrên Tirkiyê Alî Babacan wê yasaya li dijî terorê jî bê guhartin, û gelek xalên yasaya sivîl û yê cezayê jî wê bên nû kirin û guhartin, erkên taybet yên dadgehan wê bi carekê bên rakirin, êdî hêzên polîs û jandirmeyê wê girêdayî wezareta karê hindur be û hemû peyirkirin û rakirin û danîna karmendên wê di destê wê wezaretê be, û ji bin desthilatiya artêşê derbikeve.

Babacan dest nîşan kir ku, wê mijarên guhdarkirina telefonan û lêkolîn û lêpirsîn, li gor yasaya dadgeh, cezayê û standardên yasayên Yekîtiya Ewropa be.

Serokwezîrên Tirkiyê Receb Tayib Erdogan jî berî biçe Îranê konfransekî rojnamevanî lidarxist û têde ragihand ku,wê teqez mehkemeyên erkên taybet di demeke nîzîk de bêne rakirin û bi heman awayî rakirina TMKê ku yasaya tekoşîna dij terorê wê derbasî yasaya TCKê ango qanûna cezayê Tirk bibe, da ku bi temamî mehkemeya erka taybet bê rakin û bi vî awayî jî ewê pêvajoya yasayî ya ku li dijî terorê bigrin.

Erdogan da zanîn ku, Ji niha û şûnde ewê bi 133 mehkemeyên cezayên giran vê pêvajoyê berdewam bikin.

Rudaw
Top