• Friday, 13 February 2026
logo

“Ez şanaziyê dikim ku ez tevlî netewa Kurd bûm”

Gulan Media January 29, 2014 Nûçe
“Ez şanaziyê dikim ku ez tevlî netewa Kurd bûm”
Di 8ê vê mehê de dadwerekê ji Dadgeha Îdarî ya Beyrûtê li ser rûpela xwe ya taybet li ser Facebookê nivîsiye: “JI ber ku netewa Erebî di xew deye, min biryar da ku ez bibim Kurd û ji netewa Ereb cuda bibim”.

Necla Hesen ku keçeke Libnanî ya 24 salî ye û niha dadwere di Dadgeha Îdarî ya Beyrûtê de ye, heriwh helgira bawenameya doktora ye ji Rûdawê re got: “Ez şanaziyê dikim ji ber ku ez tevlî netewa Kurd bûme û ez dê berevaniyê li doza Kurdan jî bikim”.

Necla di hevpeyvîneke ligel Portala Rûdawê behsa vê biryara xwe dike û dibêje: “Ez xwedan kesayetiyeke bihêz im, min biryara xwe da ku ez dev ji netewa ereb berdim û tevlî netewa Kurd bibim , ji ber ku Kurd miletekî baş û birêz e û ez şanaziyê bi vê yekê dikim”.

Necla Hesen ku yekem kese li seranserê Libnanê bawernameya doktora di temenê 24 salî de bidest dixe got: “Di havînê de ezê Serdana Başûr û Rojavayê Kurdistanê bikim û li wir ezê hewl bidim ku ligel aliyên siyasî yên Kurdî bicivim”.

Derbarê pirsyarekê ku hin kes dibêjin ku ev biryara han tenê bo bidestxistina navûdengiyê ye Necla wiha bersiv da: “Nexêr mebesta min qet ev yek nebû, ez niha dadwerim û desthilata min û navûdengiya min li Libnanê heye, lê ez tevlî netewa Kurd bûm ji ber ku Kurd netewek mezlûm û birêze û ez dê ji niha û şûn de berevaniyê li doza Kurd jî bikim, hêviya min jî ewe ku gelê Kurd bi mafên xwe şah bibe”.

Herwih di dawiyê de keça ku xwe kir Kurd hêvî ji xort û keçên Kurd xwest ku dest bidin hev û yek bin bo bidest xistina mafên gelê Kurd.

Rudaw
Top