• Friday, 13 February 2026
logo

Li Urmiyê nêzîka 120 hezar kes bêkar in

Gulan Media January 29, 2014 Nûçe
Li Urmiyê nêzîka 120 hezar kes bêkar in
Li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê her diçe rêjeya bêkariyê zêde dibe û şêniyên wan bajaran jî vêna bi xemsariya rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ve girêdidin ku derfeta kar ji wan re naxulqînin.

Di vê derbarê de Rêveberê Giştî yê Teawin, Kar û Refaha Civakî ragehand ku li parêzgeha Urmiyê zêdeyî 117 hezar kes bêkar in. Di sala 2011’ê de rêjeya bêkariyê li parêzgeha Urmiye û Bokan di asta herî bilind de bû û Şino jî di asta herî kêm a bêkariyê de bû.

Li gor agahiyên ku medya Îranê belav kirine, li Îranê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê di rêza sêyem de ye û li wî bajarî rêjeya bêkariyê ji sedi 28 e. Li Ciwanroya parêzgeha Kirmanşan di demsala behar û havîna borî de rêjeya bêkariyê ji sedî 46.9 bûye û di nav hemû bajarên Îranê de di rêza duyem de ye.

Li parêzgeha Urmiyê jî rêjeya bêkariyê ji sedî 30.6, Serpêla Zehaw ji sedî 30.4 û Pawe ji sedî 30.2 ye. Li gor şêniyên wan bajaran hikûmeta Îranê sedema bêkariyê ye ji ber ku xemsar e û derfeta kar ji wan re naxulqîne.

Basnews
Top