• Friday, 13 February 2026
logo

Di nêzîk de helîkopterên Kurdistanê dighin Hewlêrê

Gulan Media January 29, 2014 Nûçe
Di nêzîk de helîkopterên Kurdistanê dighin Hewlêrê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê 12 helîkopter ji şirketeke Amerîkî kirîne û biryar e di van nêzîkan de ew firoke bigihin Hewlêrê. Heşt ji wan helîkopteran bi ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê de tên dabeş kirin û 4 jî bo karûbarên taybet in. Buhayê wan firokeyan jî 50 milyon dolar e.

Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hakim Tariq ji BasNewsê re got: ‘’Di van nêzîkan de her 12 firoke digihin Hewlêrê ku me bi awayekî fermî ji Amerîkayê kirîne. Em dixwazin dezgaheke fermî jî vekin bo fêrbûna firokevanî û ji bo vê mebestê jî hemû amadekarî hatine kirin. Herwiha ew helîkopter ji bo karûbarê sivîl tên bikaranîn.’‘

Li gor beyannameyeke fermî ya Şirketa MDHI ya Emerîkî jî ku berî niha belav kiribû, dê ew helîkopter di warê kontrolkirina asayişa esmanî û çavdêrîkirina navçeyên çiyayî yên herêmê de hevkariya Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Kurdistanê bikin.

Di vê derbarê de Rêveberê Giştî yê Şirketa MDHI ya Amerîkî Lian Tilton gotibû: ‘’Em kêfxweş in ku hikûmeta Herêma Kurdistanê helîkoptera corê MD530F hilbijartiye, ji bo kontrolkirin û çavdêrîkirina asayişa esmanî ya herêmê û herwiha bo bihewardeçûna dema agirek derkeve, em hêvîdar in ku ev peywendiya me di dahatû de ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam be.’‘

Basnews
Top