• Friday, 13 February 2026
logo

Li Bakûrê Kurdistanê berfê rêya 419 gundan girtiye

Gulan Media January 29, 2014 Nûçe
Li Bakûrê Kurdistanê berfê rêya 419 gundan girtiye
Li Bakûrê Kurdistanê bi awayekî zor berf bariye û ji ber berfê li bajarên "Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê" rêya 419 gundan hat girtin.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku li tevahiya bajêr rêya 222 gundan ji ber berfê hatiye girtin û tîmên birêveberiya karên gihandinê û rê ya îdareya taybet a bajêr ji bo rêyan vekin xebatên xwe didomînin.

Li gor daxuyaniya birêveberiya herêmê ya meteorolojiyê jî li gelemperiya herêmê hewa bi mij e û li Mûş, Bedlîs û Colemêrgê car caran de berf dibare.

Li herêma Mûşê jî ji ber berf û bagerê hê jî rêya 92 gundan girtîye û xebatên rêvekirinê didomin.

Parêzgarê Bedlîsê jî ragihand ku ji ber berfê rêya 66 gundan girtî ye û xebatên rêvekirinê didomin.

Xendan
Top