Li Bakûrê Kurdistanê berfê rêya 419 gundan girtiye
Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku li tevahiya bajêr rêya 222 gundan ji ber berfê hatiye girtin û tîmên birêveberiya karên gihandinê û rê ya îdareya taybet a bajêr ji bo rêyan vekin xebatên xwe didomînin.
Li gor daxuyaniya birêveberiya herêmê ya meteorolojiyê jî li gelemperiya herêmê hewa bi mij e û li Mûş, Bedlîs û Colemêrgê car caran de berf dibare.
Li herêma Mûşê jî ji ber berf û bagerê hê jî rêya 92 gundan girtîye û xebatên rêvekirinê didomin.
Parêzgarê Bedlîsê jî ragihand ku ji ber berfê rêya 66 gundan girtî ye û xebatên rêvekirinê didomin.
Xendan
