Amerîka bo Malikî: Sînorên Herêma Kurdistanê xetên sor in
Li gor vê girêbestê dê Amerîka 24 helîkopterê Abache, 480 mûşekên Helfayer, radarên pêşkeftî û gelek kelûpelên leşkerî radestî Iraqê bike û behayê vê girbestê jî 4 milyar û 800 milyon dolar e.
Berî niha endamên Kongresa Amerîkayê li ser vê girêbestê nerazîbûn û niha jî nerînên cûda li ser vê mijarê di nava endamên Kongresê de hene, ji ber ku metirsiya wê yekê heye Malikî van çekan li dijî nêeyarên xwe bikar bîne, bi taybetî li dijî Herêma Kurdistanê.
Biryara heta demsala havînê 6 helîkopter radestî Iraqê bên kirin, herwih dê frokevanên Iraqê jî li ser bikaranîna wan helîkopteran bên perwerde kirin.
Hat ragehandin ku ev girêbesta han bi merc ji aliyê Kongresê ve hatiye qebûl kirin û yek ji wan mercan jî çênabe ku ev helîkopter sinorên Herêma Kurdistanê bibezînin û li dijî tu aliyekî navxweyî bên bikaranîn. Mercê duyem jî divê ew çek ji bo asayişa niştimanî bên bikaranîn.
Ji tirsa cîbicînekirina van mercan jî Amerîka razînebû ku di qonaxa niha de zêdeyî 6 helîkopteran radestî Iraqê bike. Ji aliyekî din ve Herêma Kurdistanê jî berê niha çendîn car nîgeraniya xwe anîbû ziman.
Basnews
