‘‘Dema wê hatiye Kurd serxwebûnê rabighînin’‘
Di vê derbarê de Hakim Osman Elî ji BasNewsê re got: ‘’İraq niha dewleteke sade ye û divê vê qonaxê derbas bike. Di yasaya navdewletî de dewleta sade û dewleta têkel heye. Wek mînak Tirkiye, Fransa û İraq dewletên sade ne, wate navendeka wan heye bo biryardanê, lê dewleta têkel ew e ku ji çend navendên serbixwe pêkhatiye, wek dewletên federatîf an jî konfederalî ku evna jî corên dewletên têkel in.’‘
Li ser wêya gelo çawa xeta peywendiyan di navbera wan navendên serbixwe yan jî dewletan de çêdibe, Osman Elî wiha axifî: ‘’Di navbera wan de desteyek tê pêkanîn ku ji aliyê hikûmetan ve tê hilbijartin, lê li gor yasayan çênabe kesayetiyeke navdewletî ya wê desteyê hebe, lê erkekî heye bo çavdêrîkirina wan berjewendiyên ku ew yekîtiya konfederalî an jî federal li ser pêk hatiye. Evna jî hemû berjewendiyan li xwe digiriye, siyasî, aborî, kulturî û olî.’‘
Li ser pirsa gelo niha İraq dikare ji qonaxa federalî bo konfederalî bê veguhestin? Hakim Elî wiha bersiv da: ‘’Belê tê kirin ku dewleta konfederalî bi beyannameyekê yan jî rêya destûrî çêbibe. Federaliya İraqê di çarçoveya peymannameyeke navdewletî ve çêbûye ku di Kongreya Londonê û Selahedîn bi biryara (1511-1514-1830) Encûmena Asayîşa Navdewletî û yasayên navdewletî pêk hatiye. Evna jî tê wê wateyê ku federaliya İraqê li ser bingehekî navdewletî ye. Li gor vêna jî divê İraq her bibe dewleteke têkel û nikare bi wê merkeziyet û wek dewleta sade ya niha bimîne.’‘
Derbarê meseleya serxwebûnê de jî, bi baweriya Hakim Osman Elî, niha zemîn heye ku Herêma Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe, herçiqas rêya wê ya hewayî û deryayî jî nîne, lê ew pêşketina ku çêbûye roj bi roj rengê dewleteke serbixwe dide, lê evna ne asanî ye û divê rizamendî û îtîrafpêkirineke cîhanî jêre bibîne, daku senaryoyên Filistîn û Qubris li Herêma Kurdistanê dubare nebin.’‘
Şêwirmendê Yasayî yê Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê Osman Elî tekez kir ku niha zemîn heye Kurdistan bibe dewleteke serbixwe lê eger serkirde û partiyên Kurdî têk nedin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ya herî girîng aliyên siyasî di nav xwe de yekbin û xwe wek dewlet nîşan nedin, lê Herêma Kurdistanê wek dewlet nîşan bidin, herî dawî jî Herêma Kurdistanê hem ji konfederalî û hem ji serxwebûnê re amade ye.’‘
Basnews
