• Friday, 13 February 2026
logo

Tirsa hilweşana bendava Baedrê di rojevê de ye û laşeyê zarokan jî hat dîtin

Gulan Media January 28, 2014 Nûçe
Tirsa hilweşana bendava Baedrê di rojevê de ye û laşeyê zarokan jî hat dîtin
Li nahiya Baedrê ya ser bi qeza Şêxan li parêzgeha Dihokê, metirsiya hilweşana bendava Baedrê di rojevê de ye, bi sedema barîna rêjeyeke uekcar gelek ji baranê ku lehî li wê navçeyê çêkiriye.

Qaîmeqamê qeza Şêxan Îsmail Mistefe ji Tora Medyayê ya Rûdawê re ragihand ku “Bendava Baedrê tijî av bûye û metirsî ji hilweşana wê heye”.

Îsmail Mistefa herwiha amaje kir ku ew hewl didin ku malên nêzîkî bendavê vala bikin û got: “Hemû tîmên hawar hatinê di amade başiyê de ne bo bihawar çûna xelkê û dûrxistina wan ji ziyanê”.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku li gorî zaniyariyan termê zarokekî di nav lehiyê de hatiye dîtin.

Rudaw
Top