Tirsa hilweşana bendava Baedrê di rojevê de ye û laşeyê zarokan jî hat dîtin
Qaîmeqamê qeza Şêxan Îsmail Mistefe ji Tora Medyayê ya Rûdawê re ragihand ku “Bendava Baedrê tijî av bûye û metirsî ji hilweşana wê heye”.
Îsmail Mistefa herwiha amaje kir ku ew hewl didin ku malên nêzîkî bendavê vala bikin û got: “Hemû tîmên hawar hatinê di amade başiyê de ne bo bihawar çûna xelkê û dûrxistina wan ji ziyanê”.
Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku li gorî zaniyariyan termê zarokekî di nav lehiyê de hatiye dîtin.
Rudaw
