Li Duhokê lehî rabû û du zarok winda bûn
Li nehya Baedrê ya ser bi Duhokê jî du zarok ketin ber lehiyê û heta niha nehatine dîtin. Ji ber vê şepola baranê ku Herêma Kurdistanê jî ketiye ber, vê sibê hejmarek wezîr û fermanberên civata wezîran li Hewlêrê nikarîn herin dewama xwe.
Ji aliyekî din ve lehiyê li kampa Domîz a koçberên Rojavayê Kurdistanê jî zerar gehand hermarek çadir û rewşa li kampê kambax e. Li gor pêşbîniya Keşnasiya Kurdistanê jî dê heta çend rojên din dê baran bibare.
Herwiha li Hewlêrê jî av rabû û gelek zerar gehişte hevwelatiyan, li gelek taxan ji ber avê hevwelatî man asê û nikarîbûn biçin dewama xwe.
Basnews
