• Friday, 13 February 2026
logo

Li Duhokê lehî rabû û du zarok winda bûn

Gulan Media January 28, 2014 Nûçe
Li Duhokê lehî rabû û du zarok winda bûn
Li bajarê Duhokê lehî rabû û di encam de du zarok winda bûn û zerareke zêde jî gehişte hevwelatiyan. Herwiha 8 xanî û 10 otomobîl di jêr avê de man.

Li nehya Baedrê ya ser bi Duhokê jî du zarok ketin ber lehiyê û heta niha nehatine dîtin. Ji ber vê şepola baranê ku Herêma Kurdistanê jî ketiye ber, vê sibê hejmarek wezîr û fermanberên civata wezîran li Hewlêrê nikarîn herin dewama xwe.

Ji aliyekî din ve lehiyê li kampa Domîz a koçberên Rojavayê Kurdistanê jî zerar gehand hermarek çadir û rewşa li kampê kambax e. Li gor pêşbîniya Keşnasiya Kurdistanê jî dê heta çend rojên din dê baran bibare.

Herwiha li Hewlêrê jî av rabû û gelek zerar gehişte hevwelatiyan, li gelek taxan ji ber avê hevwelatî man asê û nikarîbûn biçin dewama xwe.

Basnews
Top