• Friday, 13 February 2026
logo

DAÎŞê 9 leşkerên Iraqê îdam kirin

Gulan Media January 28, 2014 Nûçe
DAÎŞê 9 leşkerên Iraqê îdam kirin
Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ragihand ku wê 9 leşkerên Artêşa Iraqê îdam kirin, piştî ku ew pêr (26.01.2014) li bajarê Felûce êsîr kiribûn.

DAÎŞê li ser malpera xwebelav kiriye ku çekdarên wê pêr yekşemê 9 leşkerên Artêşa Iraqê li bajarê Felûce yê ser bi parêzgeha Enbarê ve êsîr kirbûn, doh (27.01.2014) ew îdam kirin.

Herwiha DAÎŞ di dîmeneke vîdyoyî de, ku li ser torên civakî belav kiribû, tê de proseya êsîr kirina wan leşkeran nîşan dide.

Li gorî ku DAÎŞê ragihandiye, çekdarên wê operasyonek li ser cihê mayîna Atrêşa Iraqê li devera Neîmiye li başûrê Felûce encam dan û di encamê de 9 leşker êsîr kiribûn herwiha dest daniye li ser 6 otombêln ku agir berdaye 3 otombêlan ji wan û her 3 yê din jî li cem xwe hiştine.

Berî du hefteyan jî çekdarên heman rêxistinê 4 leşkerên din ên Iraqê li navçeya Bu Balî li rojhilata Rumadî revandibûn û pişitr ew îdam kiribûn, Serokwezîrê Iraqê jî ev yek bi hewldan bo çêkirina şerekî taîfî wesf kiribû, ji ber ku ew her çar leşker Şîe bûn.

Ji 21ê Kanûnê ve operasyonên leşkerî li parêzgeha Enbarê di domin, herwih şer û pevçûneke tund navbera hêzên eşîretê enbar ji aliyekî û çekdarên radîkal ên DAÎŞê ji aliyekî din ve berdewamin.

Rudaw
Top