Li Til Ebyedê şerê YPG û komên DAIŞ`ê berdewame
Li gor nûçeyekî Hawarnewsê, komên çekdar ên ser bi DAIŞ`ê ku li gundê Yaqorê yê ya rojavayê Til Ebyedê bicîh bûne, êrîşî gundên ku li jêr kontrola YPG kirine û di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG û komên çekdar de ku nêzî demjimêrekî berdewam kiriye, 4 endamên komên DAIŞ`ê hatine kuştin û erebeyeke leşkerî jî hatiye derbkirin.
Li gor nûçeyê komên çete yên li gundên Kendal û Giresor ên rojavayê Til Ebyedê jî hewil dane ku êrîşî gundên herêmê bikin, lê hêzên YPG`ê bersiv dane û peçûn rû daye. Her weha di pevçûnên ku çend demjimêran dewam kiriye de gelek endamên komên DAIŞ hatine kuştin, her weha li herêmê pevçûnên demî dewam dikin.
ANHA
