BDP herî zêdetir jin bo hilbijartinan kandîd kiriye
Kandîda BDP bo şaredariya Varto ya Muşê Sabîte Ekincî ji Xendanê re ragihand ku: BDP ji bo hilbijartinên şaredariyên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê herî zêde jin kandîd kirine ku li 40 navçeyan 123 jin bo serokên şaredariyan û hevserok û encûmena şaredariyan kandîd kirine.
Ekincî diyar kir û got: Li 23 şaredariyan rêjeya ji %100 kota bo jinan peyrew dike bo postê serokê şaredarî her weha bi giştî %40 kota bo jinan hatiye danîn û BDP`ê sîstema hevseroktiyê peyrew dike ku li jin û zilamekî pêk tên.
Li gor zanyariyên Xendanê bo hilbijartina şaredariyên Tirkiyê, Partiya Dad û Qeşedanê AKP li 81 bajaran û navçeyan tenê 1 jin kandîd kiriye, Partiya Gel a Komarî CHP jî li 745 navçeyan 31 jin kandîd kiriye, Partiya netewperest a Tirkiyê MHP jî li 1064 navçeyan tenê 11 jin kandîd kiriye.
Xendan
