• Friday, 13 February 2026
logo

BDP herî zêdetir jin bo hilbijartinan kandîd kiriye

Gulan Media January 28, 2014 Nûçe
BDP herî zêdetir jin bo hilbijartinan kandîd kiriye
Bo hilbijartinên şaredariyê yên Tirkiyê ku biryare di 30 adarê 2014`an birêve biçin hemû aliyên li Tirkiyê dest bi amadekariyan kiriye, tê payîn ku ji bo van hilbijartinan hejmarek zêde jin ji aliyê partiyên siyasî ve bêne kandîd kirinê û lîsta Partiya aştî û Demokrasiyê BDP li ser asta Tirkiyê rêjeya herî zêde jin kandîd kiriye.

Kandîda BDP bo şaredariya Varto ya Muşê Sabîte Ekincî ji Xendanê re ragihand ku: BDP ji bo hilbijartinên şaredariyên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê herî zêde jin kandîd kirine ku li 40 navçeyan 123 jin bo serokên şaredariyan û hevserok û encûmena şaredariyan kandîd kirine.

Ekincî diyar kir û got: Li 23 şaredariyan rêjeya ji %100 kota bo jinan peyrew dike bo postê serokê şaredarî her weha bi giştî %40 kota bo jinan hatiye danîn û BDP`ê sîstema hevseroktiyê peyrew dike ku li jin û zilamekî pêk tên.

Li gor zanyariyên Xendanê bo hilbijartina şaredariyên Tirkiyê, Partiya Dad û Qeşedanê AKP li 81 bajaran û navçeyan tenê 1 jin kandîd kiriye, Partiya Gel a Komarî CHP jî li 745 navçeyan 31 jin kandîd kiriye, Partiya netewperest a Tirkiyê MHP jî li 1064 navçeyan tenê 11 jin kandîd kiriye.

Xendan
Top