Xelkê Romadî daxwaza azadiya Elwanî dike
Îro careke din xelkê Romadî ya li Parêzgeha Enbarê dest bi xwepîşandeneke girseyî kir û daxwaza azad kirina Parlementarê gitî yê deverê Ehmed Elwanî kir.
Xepîşanderên Romadî herwiha daxwaz ji artêşa Îraqê kirin daku dev ji bordiman kirina devera Romadî berde.
Di vê derbarê de Serokê Eşîra Dîlemî Şeh Ehmed Dîlemî li ser navê xwe pîşanderan daxwaz kir daku hikûmeta Parlementerê girtî Ehmed Elwanî azad bike û dawî bi bordiman kirina devera Romadiyeyê bîne.
Weke tê zanîn meha derbasbûyî artêşa Îraqê bi fermana Malikî Parlementerê Parêzgeha Romadî Ehmed Elwanî biçav kir û di destpêka vê mehê de jî di bin navê şerê dijî DIŞI de dest bi bordiman kirina çend deveran li Parêzgeha Enbarê de kiriye.
