• Friday, 13 February 2026
logo

Beşar: Amerîkayê qebûl nekir ko PYD tevlî konferansa Cenewre 2 bibe

Gulan Media January 28, 2014 Nûçe
Beşar: Amerîkayê qebûl nekir ko PYD tevlî konferansa Cenewre 2 bibe
Serokê Partiya Demokrat ya Kurdî li Sûriyeyê Ebdilhekîm Beşar îro ji beşa Tirkî ya El-Cezîreyê re got Emerîkayê qebûl nekir ku PYD tevlî konferansa Cenev 2 bibe û got PYD nikare li dijî artêşa nû ya Sûriyeyê şerî bike.

Ebdulhekîm Beşar di vê hevpeyvîna han de ya ligel El-Cezîreyê de got ew wekî nûnerên kurd beşdarî konferansa Cenev 2 bûne û pozîsyona wan jî xurt e û di meqamên biryardanê de cih digirin.

Ebdilhekîm Beşar got wan meseleya PYD-ê digel Tirkiyeyê neaxiviye û got Amerîkayê bi ti awayî qebûl nekir ku PYD beşdarî konferansê bibe.
Top