• Friday, 13 February 2026
logo

Alî Fikrî Işik: Nameya Ocelan bo Barzanî gelek girîng e

Gulan Media January 28, 2014 Nûçe
Alî Fikrî Işik: Nameya Ocelan bo Barzanî gelek girîng e
Sîyasetvana Kurd Leyla Zana roja Şemiyê cara pêşî bi serdaneke taybet çû girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtina ku Leyla Zana tevî Parlemanterê HDP’ê Siri Sureya Onder pêk anî de, hate xuya kirin, Abdûllah Ocalan nameyek ji Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandiye.

Li gor daxuyaniya şandeya Îmraliyê Ocalan, di wê nameyê de balê dikişîne ser civandina Kongra Netewî ya Kurd û çareserkirina pirsa Kurd li Kurdistana Rojawayê.

Nivîskarê Kurd Alî Fikrî Işik, hevdîtina Leyla Zana ya bi rêberê PKK’ê re û rola wê di sîyaseta Kurd de ji Dengê Amerîka re şîrove dike.

Ew, vê hevdîtinê pir girîng dinirxîne û dibêje, “dibe ku ev hevdîtin bibe sedema rakirina astengên pêşiya Kongra Netewî ya Kurd.”

Nivîskar Işık, li ser nameya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ku çav li rê ye bigihîje ber destê Serokê Kurdistan jî dide xuya kirin, “hêvî heye ew name bibe sedema çareserkirina pirsên nav sîyaseta Kurdî.”
Top