• Friday, 13 February 2026
logo

Encamên rapirsiya Rûdawê li ser serxwebûna Kurdistanê

Gulan Media January 27, 2014 Nûçe
Encamên rapirsiya Rûdawê li ser serxwebûna Kurdistanê
Di encama rapirsiyeke Tora Medyayî ya Rûdawê de ku li ser pirsa “Gelo dem guncaye bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê?” kiribû, piraniya beşdarbûyên rapirsiyê bi erê deng dane.

Rapirsî ku di 21ê mehê de dest pê kiribû û doh (26.01.2014) demjimêr 23:59 bi dema Hewlêrê bidawî hat, 2 hezar û 744 kesan tê de beşdarîkiribûn.

Di rapirsiyê de 2 hezar û 266 kesan, ku dike ji sedî 82.6 ji rêjeya beşdarbûyan, dîtibûn ku belê dem gucaye bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê.

Lê di himber de 421 kesî, ku dike ji sedî 15.3 ji rêjeya beşdarbûyan, dîtibûn ku hîn dem neguncaye bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê, herwiha 57 kesan bi “Nizanim” bersiv li ser vê rapirsiyê dane.

Rudaw
Top