• Friday, 13 February 2026
logo

Biden bo Malikî: Divê hun ligel herêmê li hev bikin

Gulan Media January 27, 2014 Nûçe
Biden bo Malikî: Divê hun ligel herêmê li hev bikin
Amerîka dixwaze ku li ser hinardekirina petrola Kurdistanê hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê bigihin rêkeftinekê. Li gor beyannameyeke Koşka Spî, Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi telefonê ligel Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî axifiye û jê xwestiye ku ligel Herêma Kurdistanê bigihin rêkeftinekê.

Li gor beyannameya Koşka Spî, Biden ji Malikî re gotiye ku divê hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê li ser meseleya hinardekirina petrolê bi rêya İraqê bigihin rêkeftinekê. Herwiha tê gotin ku Biden berî niha heman tişt ji berpirsên Herêma Kurdistanê re jî ragehandiye.

Di beyannameyê de behsa bûyerên Enbar jî tê kirin û wiha tê gotin: ‘’Divê hikûmeta Bexdayê tezmînatê bide kes û karên kuştî, birîndar û êsîrên şer û pevçûnên vê dawiyê yên parêzgeha Enbar û ji nûve parêzgehê ava bike.’‘

Basnews
Top