“Bexda bi eqliyeta rejîmên berê mamle ligel Kurdan dike”
Îro (2701.2014) Nêçîrvan Barzanî ligel parlamenterên kurd ên di Parlamentoya Iraqê de li bajarê Hewlêrê civiya, bo beshkirina hûrgiliyên danûstanên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de.
Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji cihê civînê ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka civînê de gotarek pêşkêş kir ku têde behsa şandina petrola Herêma Kurdistanê û firotina kir.
Herwiha peyamnêrê me ragihand ku Nêçîrvan Barzanî red kir ku petrola herêma Kurdistanê bi bihayekî herzan nehatiye firotin û wiha gotiye: “Yek qetre ji petrola Herêma Kurdistanê bi herzan nehatiye firotin, û li gor standerên cîhanî tê firotin”.
Li gorî peyamnêrê Rûdawê, di civînê de hemû aliyên Kurd beşdarin û gotûbêjeke vekirî navbera Serokwezîr, Wezîrê Çavkaniyê Sirûştî, Wezîrê Pêşmerge û parlamenterên Kurd bi rêve çû.
Rudaw
