Di nava du mehan de 50 Nêçîrvan Hatine bin çav kirin
Berpirsê jîngeha devera Çoman ya li Balakatê Serdar Mehmûd ragehand ku di nava du mehan de li seraserê devera Balakatê de 50 Nêçîrvan yên ku bi awayekî qaçax nêçîrvanî kirine ji aliyê hêzên jîngehparêz ve hatine binçav kirin.
Serdan eşker kir ku ev Nêçîrvanên han ji dadgehê re hatine radestkirin.
Ji aliyeke din ve Nêçîrvan jî dibêjin em nikarin dev ji karê Nêçîrvanî berdin lewre em daxwaz dikin ku hikûmet karê Nêçîrvaniyê bo me bike weke karekî qanûnî.
