Nêçîrvan Barzanî ligel parlamenterên Kurd ên li Bxdayê civiya
Parlamenterê Kurd di parlamentoya Iraqê de, Rewez Mhedî Xoşnaw di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Di civînê de dê çend pirs bên gotûbêj kirin û di nav wan pirsan de, hurgiliyên danûstanên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsa dahata petrola Herêma Kurdistanê herwiha pirsa budceya giştî ya Iraqê”.
Di çarçoveya du mehên borî de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê du caran serdana Bexdayê kirin û ligel Serokwezîrê Iraqê û çend berpirsên din civiyan, lê hinek ji parlamenterên Kurd li Bexdayê gazin kirin ku agehdariya wan ji naveroka gotûbêjên van serdana nîne.
Rudaw
