• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî ligel parlamenterên Kurd ên li Bxdayê civiya

Gulan Media January 27, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî ligel parlamenterên Kurd ên li Bxdayê civiya
Berî bîstekê li bajarê Hewlêrê civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel parlamenterên Kurdr li Bexdayê, dest pê kir.

Parlamenterê Kurd di parlamentoya Iraqê de, Rewez Mhedî Xoşnaw di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Di civînê de dê çend pirs bên gotûbêj kirin û di nav wan pirsan de, hurgiliyên danûstanên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsa dahata petrola Herêma Kurdistanê herwiha pirsa budceya giştî ya Iraqê”.

Di çarçoveya du mehên borî de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê du caran serdana Bexdayê kirin û ligel Serokwezîrê Iraqê û çend berpirsên din civiyan, lê hinek ji parlamenterên Kurd li Bexdayê gazin kirin ku agehdariya wan ji naveroka gotûbêjên van serdana nîne.

Rudaw
Top