Nocifî: Kurdistan nimûneya Aramiyê ye
Di çarçoweya serdana xwe ya bo Amerîkayê de Serokê Parlementoya Îraqê Osame Nocifî ragehand ku her çend rewşa ewlekarî û siyasî ya Îraqê aloz bêjî libelê Krudistan weke beşek ji Îraq fedral nimûneya baş ya aramiyê ye.
Osame Nocifî herwiha eşkere kir ku Kurdistan baştirîn û aramtirîn devera Îraqê ye û tê de qanûn û zagon serwerin.
Nocifî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kiriye ku hikûmeta Malikî bi awayekî rasterast dest bi topbaran kirina parêzgeha Enbar bi taybetî Felûce û derdorê kiriye û dibêje Terorîst li vê bajarêne, ew ne raste û hikûmet bi serê xwe bêyî ku ti cudatî bixe navbera xelkê medenî û Terorîstan dest bi topbaran kirina wan deveran kiriye.
