• Friday, 13 February 2026
logo

Di Pevçûnên Menacîrê de 30 çete hatin kuştin

Gulan Media January 26, 2014 Nûçe
Di Pevçûnên Menacîrê de 30 çete hatin kuştin
Çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kirin ku 4 komên çete bi hevre êrîşî bajaroka Menacirê kirine, lê di encama bersivdayîna YPG’ê de 30 çete hatine kuştin, tangek hatiye rûxandin, gelek çek û cebilxane hatine bidestxistin û êrîşkar hatine derxistin.

Duh serê sibehê komên çete êrîşî embarên genim ên li bajaroka Menacir a ku 20 kîlometreyan dikeve başûrê Serêkaniyê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG/YPJ’ê bersiv dan û pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de komên çete ji bajarokê hatin derxistin.

Piştî ku çete ji bajarokê hatin derxistin, duh êvarê jî li dora Menacirê pevçûnên dijwar rû dan. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, pevçûnan hatanî îro sibehê dewam kirin.

Hate gotin ku di pevşûnan de 30 endamên komên çete hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. Her wiha 2 erebeyên leşkerî ku yekê ji wan doçkayek 23.5 li ser hebû, hatine derbkirin. Çavkaniyan dan zanîn ku di pevçûnan de 5 çekên kelaşnîkof û doçkayek 12.5 jî hatine bidestxistin.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku yekîneke pispor a Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) tangeke komên çete ruxandiye û tanga ruxandî di destê şervanên YPJ`ê de ye.

Çavkaniyên YPG`ê diyar kirin ku di êrîşan li ser Menacîrê de komên çete yên DAIŞ`ê, Cebhet El-Nusra, Ehrar Elşam û Eniya Îslamî a Kurd bi hevre û bi çekên giran cîh girtine.

Çavkaniyan diyar kirin ku di pevçûnan de welatiyekî sivîl jî jiyana xwe jidest daye.

ANF
Top