Demîrtaş: Herdu ji hev direwcîtirin
Demîrtaş daxwuyaniyên Erdoxan yên ku TUSİAD kiribûn hedefa xwe, nirxand û wiha got:Pêwîste serokwezîr û AKP ji vê derûniya xwe xelas bikin, hemû cîhan li dijî me ye, hemû cîhan, her kesê ji derveyê me tewanbar e, divê AKP’yî xwe ji wê derûniya ku weke perî yê bê guneh in’ xelas bikin, li ber çavên dunyayê îdîayên cidî yên nelirêtî, bertîl û diziyê hene, ji bo ku lêpirsîneke baş bê meşandin AKP’ê astengiyan derdixîne, hemû bê hiqûqî, bê rêbazê li ber çavên raya giştî tên jiyîn, tevî vê, li şuna ku serokwezîr êrîşî derdora xwe bike, divê di mijara hesabdanê de hîn zelaltir be û di vê mijarê de jî polîtîkayek ku bawerî dide, nîşan bide, li şuna ku vê bike, eger helwestek ku lêpirsînan asteng dike nîşan bide û bigir ji karsazan, heya karker û xwendevanan tewanbar bike û hewl bide bi vê psîkolojiya tewanbariyê biafirîne, ji van kiryaran mantiqa demokrasî dernakeve.
ANF- Xendan
