• Friday, 13 February 2026
logo

Demîrtaş: Herdu ji hev direwcîtirin

Gulan Media January 26, 2014 Nûçe
Demîrtaş: Herdu ji hev direwcîtirin
Hevserokê giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, daxuyaniya Recep Tayîb Erdoxan a bi awayê ‘pêxemberên derewîn’ nirxand û wiha got: Hemû ji hev ji hevdu direwkertirin, ew bi xwe ji yê li Pensilvanyeyê hîn direwkertire: yê li Pensilvanyayê jî ji wî direwkertirin, bila xwedê wan islah bike.

Demîrtaş daxwuyaniyên Erdoxan yên ku TUSİAD kiribûn hedefa xwe, nirxand û wiha got:Pêwîste serokwezîr û AKP ji vê derûniya xwe xelas bikin, hemû cîhan li dijî me ye, hemû cîhan, her kesê ji derveyê me tewanbar e, divê AKP’yî xwe ji wê derûniya ku weke perî yê bê guneh in’ xelas bikin, li ber çavên dunyayê îdîayên cidî yên nelirêtî, bertîl û diziyê hene, ji bo ku lêpirsîneke baş bê meşandin AKP’ê astengiyan derdixîne, hemû bê hiqûqî, bê rêbazê li ber çavên raya giştî tên jiyîn, tevî vê, li şuna ku serokwezîr êrîşî derdora xwe bike, divê di mijara hesabdanê de hîn zelaltir be û di vê mijarê de jî polîtîkayek ku bawerî dide, nîşan bide, li şuna ku vê bike, eger helwestek ku lêpirsînan asteng dike nîşan bide û bigir ji karsazan, heya karker û xwendevanan tewanbar bike û hewl bide bi vê psîkolojiya tewanbariyê biafirîne, ji van kiryaran mantiqa demokrasî dernakeve.

ANF- Xendan
Top