• Friday, 13 February 2026
logo

Kerkûk bi 3 teqînan hejiya

Gulan Media January 26, 2014 Nûçe
Kerkûk bi 3 teqînan hejiya
Îro yekşeme 26/1/2014`an, danê paş nîvro sê teqînên bihêz Kerkûk hejand û heya niha nêzîkî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kesên dinê jî birîndar bûne, li gor çavkaniya ew teqîn bi rêya otombêlên bombekirî hatine encamdan.

Jêderekê agahdar ji Xendanê re ragihand: Teqînên îro bi rêya otombêlên bombekirî bûne û yek ji wan jî li taxa Rehîmawa a bajarê Kerkûkê ku piraniya şêniyên wê Kurdin rû daye, yek ji wan teqînan jî li qada ahengan li navçeya rêya Bexdadê rû daye û teqîna sêyem jî li nêzîkî pêşangeha otombêlan bûye.

Jêderê Xendanê got: Li gor zanyariyan heya niha 15 kes birîndarbûne û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Xendan
Top