Kerkûk bi 3 teqînan hejiya
Jêderekê agahdar ji Xendanê re ragihand: Teqînên îro bi rêya otombêlên bombekirî bûne û yek ji wan jî li taxa Rehîmawa a bajarê Kerkûkê ku piraniya şêniyên wê Kurdin rû daye, yek ji wan teqînan jî li qada ahengan li navçeya rêya Bexdadê rû daye û teqîna sêyem jî li nêzîkî pêşangeha otombêlan bûye.
Jêderê Xendanê got: Li gor zanyariyan heya niha 15 kes birîndarbûne û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Xendan
