Nameya Ocalan vê heftiyê dê bigihe destê Barzanî
Sirri Sureyya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana duh li girava Îmraliyê bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Onder ji malpera ANFê ya ser bi PKKê ve axifî û got ku ewê roja sêşem an jî çarşemê nameya Ocalan werbigirin û bikevin ser rêya Hewlêrê ji bo bigihînin destê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDPê da xuyakirin ku Ocalan derbarê kongreya neteweyî ya kurd de wiha gotiye ku kongreya neteweyî ya kurd ji bo aştî û demokratîkbûna herêmê girîng e.
Ocalan herwiha got “Ji ber vê yekê gelek astengiyên li pêşiya idarxistina kongreyê, astengiyên ewqas mezin nînin. Eger her alî bi berpirsyariya vî karê dîrokî yê dikin re tevbigerin, wê bilez pêk were”.
Onder da zanîn ku Ocalan derbarê rexneyên ku li HDPê tên kirin de wiha gotiye: “Bi dîtina min bi tenê armanceke zimanê negatîv ê ku di dema dawî de li hemberî HDPê tê bikaranîn, heye û ew jî hiştina gelê Kurd. Pêwîste hem HDPê hem jî gelê Kurd li hemberî vî zimanî hişyar bin, guh nedin vî zimanî”.
Onder diyar kir ku derbarê Rojavayê Kurdistanê de Ocalan got “Pêwîste raya giştî ya cîhanê bi girîngiyeke mezin li vîna demokratîk a Rojava de binêre û di asteke bilind de qîmetê bide. Ev yek wê bibe ewlehiya tevahiya cîhanê. Ji ber ku eger çareseriya demokratîk neyê pejirandin wê felaket rû bidin û ev felaket jî wê bi tenê li herêmê nemîne”.
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDPê bal kişand ku Ocalan li ser pêvajoya aştî û çareseriyê jî ev nirxandin kiriye: “Şertê bingehîn ê mayîndebûna çareseriyê, destûra bingehîn a demokratîk e. Lê belê di warê rê û rêbazê de, hem ji bo diyarkirina naveroka wê, hem jî ji bo destnîşankirina taybetmendiyên wê yên bingehîn, parvekirneke li gorî ruhê muzakereyê girîng e”.
Ocalan herwiha got “Di vî warî de gefa herî mezin a li pêvajoyê were xwarin û pêvajoyê bixe nava xeteriyê, nêzîkatiyek hikûmetê ya li gorî hesabên hilbijartinê ye. Nêzîkatiyek bi vî rengî dikare pirsgirêkan bi xwe re bîne ku rê li ber bidawîbûna pêvajoyê veke. Pêvajoya niha tê jiyîn nîşanî her kesî da ku veguherîna demokratîk çiqasî girîng e ku nabe were taloqkirin”.
Onder got ku ew bawere wê Ocalan nameyek ji 2 rûpelan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barazanî re bişîne.
Rudaw
