• Friday, 13 February 2026
logo

Yemen dê bibe welatekî federal

Gulan Media January 26, 2014 Nûçe
Yemen dê bibe welatekî federal
Aliyê ku di diyaloga niştimanî li Yemenê de beşdar bûn gihiştine rêkeftinekê wek hewlekê ji bo çareserkirina krîza başûrê Yemenê ku eşîrên wê dixwazin ji Yemenê cuda bibin.

Li gor nûçeya Skynews, di diyalogê de ku duh bi dawî hat, aliyên beşdar li ser amadekirina destûreke nû û avakirina dewleteke federal li hev kirin.

Serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr piştî bidawîhatina diyalogê ragihand ku komîteya herêman dê di bilez bê avakirin.

Komîteya herêman dê biryarê derbarê avakirina du herêmên mezin li başûr û bakurê Yemenê yan avakirina 6 herêman, 4 li bakur û 2 li başûr bide yan jî dê pêşnyarên din qebûl bike.

Di diyaloga niştimanî ya Yemenê de jibilî aliyên siyasî yên başûrê Yemenê ku daxwaza cudabûnê dikin, hemû aliyên din ên siyasî beşdar bûn.

Di diyaloga niştimanî de herwiha biryar hat standin ku başûr û bakurê Yemenê di pirsa damezirandina di hikûmetê de û artêş û hêzên ewlekariyê de wek hev bin.

Li gor rêkeftina aliyên siyasî, divê destûra nû ya Yemenê di nava salekê de û di rêya referandomê re bê pesendkirin.

Rudaw
Top