Leyla Zana peyama Barzanî gihande Ocalan
Sirri Sureyya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana duh li girava Îmraliyê bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Sirri Sureya Onder ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Barzanî di rêya Leyla Zana re peyamnek ji Ocalan re şandiye û got “Di peyamê de Barzanî ti daxwazeke wî ji Ocalan nebû û tenê li tenuristiya Ocalan pirsiye û gotiye ku ew piştgiriya pêvajoya aştiyê dike û dê li ser piştgirîkirina pêvajoyê jî berdewam bibe”.
Onder aşkere kir ku Ocalan kî nameyek ji Barzanî re nivîsandiye û got “Nameya Ocalan dê di rêya Wezareta Dadê re bigihe destê me û pişt re ezê ligel Leyla Zana bigihînin Barzanî”.
Onder diyar kir ku name hîn negiiştiye destê wan û dibe ku dueşm anî jî sêşemê bigihe destê wan û pişt re ew dê demekê ji bo pêkanîna hevdîtinkê ligel Serokê Herêma Kurdistanê rêk bixin.
Rudaw
