Di 24 saetan de 49 kes li Misrê hatin kuştin
Duh di 3yemîn salvegera şoreşa 25ê çile ya Misrê de, alîgirên artêşa û hêzên ewlekariyê daketin cad û kolana û li gelek navçeyan di navbera wan û alîgirên Îxwan Muslimîn de şer û pevçûn derketin.
Li gor nûçeya AFP, Wezareta Tenduristiyê ya Misrê di daxuyaniyekê de aşkere kir ku di 24 saetên borî de 49 kes hatine kuştin.
Li aliyê din, Wezareta Navxwe ya Misrê ragihand ku di xwepêşandanên duh de 1079 kesên alîgirên grûpa Îxwan Muslimîn ku “karên têkder” dikirin, hatin girtin.
Wezareta Navxwe di daxuyaniyekê de got “Alîgirên Îxwan Muslimîn dixwestin li gelek navçeyên xwepêşandanên bi boneya salvegera şoreşa 25ê çileyê têk bibin”.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Kesên ku hatine girtin hejmarek mezin a çek û bombeyan ligel wan hebû û herwiha druşmên li dijî artêş û polîs digotin”.
Rudaw
