Rêveberiya Kantona Efrînê tê ragihandin
Li gorî nûçeyek ANHA ,Meclîsa Qanûnsaziyê ya Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê dê sibê bi civînekê bê ragihandin.
Di civînê de wê nûnerên pêkhateyên Kurd, Ereb, Elewî, Êzîdî, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe cih bigirin û di civînê de wê Serokê Meclîsa Rêveber dê bê hilbijartin.
Rayedaran diyar kirin ku, amadekariyên wan ber bi dawiyê ve diçin û wê di 29’ê çile de rêveberiyê rabigihînin.
Xendan
