• Friday, 13 February 2026
logo

Çendîn AKP’yî û CHP’yî tevlî BDP’ê bûn

Gulan Media January 26, 2014 Nûçe
Çendîn AKP’yî û CHP’yî tevlî BDP’ê bûn
Li herêma Bismilê ya bajarê Amed`ê malbata Angay ku weke aligirên Partî Dad û Geşepêdan`ê (AKP’ê) dihatin naskirin û rêveberên Partiya Komarî ya Gel (CHP’ê) yên Bismilê jî tevlî rêzên BDP’ê bûn.

Rêveberê Partiya Komarî ya Gel (CHP’ê) yê Bismil`ê yê berê Cemal Ozturk got ku; “min li ‘Bismilê’ rêvebertiya Partiya Komarî ya Gel (CHP’ê) kiriye, lê di partiya BDP’ê a ku azadî û biratî têde di pêşdeye bûyîn rûmet û serbilindiye.

Merasîma ku li avahiya Rêxistina BDP’ê a Navçeya Bismilê hate li darxistin de, Serokê BDP’ê yê navçê Tufan Tunç, namzetê Hevserokatiya BDP’ê yê Hevserokatiya Bismilê Resul Sari ku di navde bû, hejmarekî zêde kes tevlî bûnn.

Piştî axaftinên hatin kirin AKP’yî û CHP’yî yên ku tevlî BDP’ê bûn, rozetên wan babê endamê Konseya Leşerî a HPG’ê Ethem karabulut ku di 31’ê Kanûna 2012’an de li Liceya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, Mehmet Alî Karabulut pêve kirin.

Karabulut bangewaziya ku hemû Kurdên di partiyên sîstemê de cih digirin vegerin partiya xwe kir.

Xendna
Top