Dadwereke Libnanê xwe kir Kurd
Necla Hisên, li ser rûpela xwe ya Facebook ê wiha nivîsiye: “Ji ber ku Ereb neteweke razayî ne, ti têkiliya min bi wê netewê re nemaye û êdî netewa min bû Kurdî û ez dê kar ji bo Kurdan bikim.”
Necla ligel ku niha dadwer e li Libnanê, ew xwe amade dike ku bawernameya doktora ji Fransayê werbigire û wiha dibêje: “Ji nih û şûn de ezê dest bixim nav destê birayên xwe yên Kurd û bi hemû awayekî rûbirûyê sitemkar û dijminan bibim.”
Necla herwiha dibêje ku dê pêkve ligel Kurdan kar bo yekîtiyê di bin sêya Kurdistana mezin de bike û got: “Kurd netewa min e û ez şanaziyê bi vê yekê dikim.”
Basnews
